Li Efrînê 74 çekdarên opozîsyonê serbest hatin berdan

Asayişa li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê 74 çekdarên opozîsyonê serbest berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê 74 çekdarên opozîsyonê serbest berdan.

Ajansên nêzîkî opozîsyona Sûriyê belav kirine,  destpêşxeryek di navbera Desteya Siyasî ya li bajarê Idilb û Artêşa Şoreşgeran ya bi ser hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hate îmzekirin.

Li gor wê destpêşxeriyê, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di çarçoveya Mertala Feratê de şer dikin ji zîndanên rêveberya xweser li bajarê Efrînê  bên berdan, bê ku aliyê artêşa azad dîlên HSDê berde.

Li gor endamekî Desteya Siyasî ya Idilbê biryar e îro jî, 100 çekdarên din jî ji zîndanên Rêveberiya Xweser li Efrînê bêne berdan.