Mesûd Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê ne xewn e, rastî ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel rojnameya “Washington Post” de ragihand, serxwebûn ne dengo ye û ne xewn e”, belkî rastî ye û kar li ser wê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel rojnameya “Washington Post” de ragihand, serxwebûn ne dengo ye û ne xewn e”, belkî rastî ye û kar li ser wê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Davosê di hevdîtinekê ligel rojnameya “Washington Post” de tekez kir, ji destpêka şoreşa Kurdî ve, armanca wê Kurdistaneke serbixwe ye û bi pêkhatina wê armancê, erkê wê şoreşê temam dibe.

Alîkariya Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de û îdareya nû ya Amerîka

Derbarê hatine serokê nû yê Amerîka de Barzanî got, li hevkariya îdareya nû ya Serok Trump di têkşikandina DAIŞê dibin. Amaje bi wê yekê jî kir, ku şerê li dijî DAIŞê di du waran de ye, leşkerî û hizreyî ye, pêwîst e jî girîngî bi herduyan jî were dayîn, bo jinavbirina yekcarî ya bîrewera tundrewiyê.

Barzanî alîkariya Amerîka bo Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de bi girîngî zanî, bi taybet alîkariyên leşkerî û siyasî, lê ligel wê jî pêdagirî li ser pêwîstiya pêdana tank û topan jî kir, ku bo şerê DAIŞê pêwîstî gelekî pê heye.

Şerê Mûsilê

Barzanî derbarê şerê Mûsilê de Barzanî amaje bi beşdarîkirina Pêşmerge di destpêka operasyona Mûsilê kir, ku rê li pêş pêşveçûnên artêşa Iraqê vekir.

Di bersiva pirsekê de li ser ku “Hûn hez dikin ku leşkerên Amerîka li Kurdistanê bimînin” Barzanî got, pêşwaziya wê yekê dikin, ji ber ku ew dibin alîkar bo rêgirtin li pêş geşekirina terorê.

Herwiha Barzanî amadeyîya xwe jî bo hevkariya ligel Trump di şerê li dijî DAIŞê de derbirî. Herwiha vekişandina leşkerên Amerîkê di salên berê de bi şaşbûn binav kir û hêvîdar e vê carê ji piştî rizgarkirina Mûsilê ew şaşbûn dubare nebe.

Bandora Îranê li Iraqê

Derbarê desthilata Îranê li Iraq û Herêma Kurdistanê de, Barzanî amaje bi wê yekê kir, pêwendiya Îranê bi Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî heye. Bandora Îranê li Iraqê rastiyek e û zêdetir ji her kesekî din desthilata wê heye.

Ne mafê Bexdayê ye rexne li hinardina petrola Herêma Kurdistanê bike

Li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê û hinardina petrolê bi riya wî welatî re, Barzanî amaje bi wê yekê kir, berdewam dibin li ser pêwendiyan û hinardina derveyî ya petrolê di riya Tirkiyê re.

Herwiha derbarê, ku heza Bexdayê ji wê pêwendiyan û hinardina petrola herêmê di riya Tirkiyê re tune ye, Barzanî got, mafê Bexdayê tune ye giliyê û rexneyan bike. Bexdayê bi awayekî ne yasayî biryara birîna budceya Herêma Kurdistanê da. Berî ku petrolê hinarde bikin, pişka budceyê birî.

Li Sûriye dijmin û dost ne diyar in

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê rewşa Sûriyê û DAIŞê de got, ne diyar e kî dost e û kî dijmin e. Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê ne yekgirtî ye, opozîsyon jî ne yekgirtî ye.

Rûsya û Amerîka li Sûriyê

Li ser rola Rûsyayê û bihêzbûna wê li Rojhilata Navîn, Barzanî amaje bi wê yek kir, Rûsya dizane çawa bilîze û çi dixweze û bi zelalî diyar e ku çi dixwaze li Sûriyê bike û armanc û berjewendiyên wê hene.

Li gor Barzanî jî, ku helwesta Amerîka li Sûriyê ne ron e û ne bihêz e jî.