Di êrîşekê de 100 çekdarên Qaide li Idlibê hatin kuştin

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê ragihand, di êrîşeke asmanî de li Sûriyê bêhtir ji 100 endamên rêxistna Qaide kuştiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê ragihand, di êrîşeke asmanî de li Sûriyê bêhtir ji 100 endamên rêxistina Qaide kuştiye.

Berpirsekî ji Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji “Rueters”  re ragihand, li gor zanyariyên îstixbaratî êrîş hat encamdan, ku leşkergeha rêxistina Qaidê li îdlibê kiriye armanc û li gor zanyariyên li ber destê wan, di wê êrîşê de bihtir ji 100 çekdarî kuştine.

Li gor heman jêderî, ku êrîşa asmanî bi riya firokeyeka B-52 pêk hatiye û 14 mûşek bi ser parêzgeha Idlibê barandine û ti sivîl jî nebûne qurbanî.

Rêjîma Sûriyê hemû hêzên çekdar yên li parêzgeha Helebê li gor rêkeftinekê di bin serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de bo parîzgeha Idlibê hatin veguhastin, beşeke mezin ji çekdaran jî ji rêxistina Fetih El-Şam in, ku berî niha navê wê “Eniya El-Nusra” baskê Qaide li Sûriyê bû.