Netanyahu bo xelkê Îranê: Em ne dijmin in

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek arasteyî xelkê Îranê kir û got, Îsraîl dostê xelkê Îranê ye û dixwaze ew bi azadî bijîn û rêz li daxwaz û amfên wan were girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek arasteyî xelkê Îranê kir û got, Îsraîl dostê xelkê Îranê ye û dixwaze ew bi azadî bijîn û rêz li daxwaz û amfên wan were girtin.

Benjamin Netanyahu di peyamekê de ku li kenala fermî ya Îsraîlê hate belavkirin, xelkê Îranê ji rêjîma wî welatî cuda dike û ji xelkê Îranê re dibêje ku, ew ne dijmin in, ew dost in, lê desthilata stemkar ya Îranê kar dike bo dijminayetiyê çê bike, ev jî karekî çewt e.

Serokwezîrê Îsraîlê ji xelkê Îranê re dibêje, desthil perê we didize dide mirovkujekî wek Esed. Netanyahu amaje bi wê yekê jî kir ku, Îran gefa jinavbirina Îsraîlê dixwe, bo çawaniya rûbirûbûna vê gefê jî bi Serokê Amerîka Donald Trump re dicive.

Herwiha Netanyahu di peyama xwe de kuştina keça xwepêşander ya ku sala 2009an li Tehranê û îşkencekirin û bidarvekirina xelkê bibîr tîne û dibêje: “Xelkê Îranê dixwazin bi azadî bijîn û rêz li maf û daxwazên wan were girtin, hêvîdar im xelkê herdu welatan bikaribin li Tehran, Esfehan û Orşelîmê (Qudis) û Til Abîbê hevûdu bibînin.”