Aranjorek 37 sal in xizmeta mûzîka Kurdî dike

Li Diyarbekirê, ji bo hunermendên Kurd li metropolên Tirkiyeyê şerpeze nebin, aranjorekî Kurd, ev 37 sal in xizmeta hunera Kurdî dike. Aranjorê bi navê Sedat Karataş, heta niha albumen hezar û 500 hunermendan derxistine û ji bo 3 hezar kesan jî perwerdehiya şan û tembûrê daye. Karataş diyar dike ku divê her Kurd biqasî derfetên xwe bikaribe xizmeta gelê xwe bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, ji bo hunermendên Kurd li metropolên Tirkiyeyê şerpeze nebin, aranjorekî Kurd, ev 37 sal in xizmeta hunera Kurdî dike. Aranjorê bi navê Sedat Karataş, heta niha albumen hezar û 500 hunermendan derxistine û ji bo 3 hezar kesan jî perwerdehiya şan û tembûrê daye. Karataş diyar dike ku divê her Kurd biqasî derfetên xwe bikaribe xizmeta gelê xwe bike.

Li Diyarbekirê ji sala 1980î û bi vir ve ye xizmeta mûzîka Kurdî tê kirin. Aranjorê bi navê Sedat Karataş, di 15 saliya xwe de li studyoyekê wekî sazbend dest bi kar kiriye û di 18 saliya xwe de biryar daye ku karê aranjoriyê bike. Karataş, bi derfetên xwe yên kêm, studyo ava kiriye û 37 sal in tenê xizmeta hunera Kurdî dike. Karataş, hem li Bakurê Kurdistanê, hem li bajarên Tirkiyeyê wekî aranjorekî zana tê naskirin û di nav hunermendên Kurd de wekî navnîşana yekemîn tê tercîhkirin.

Karataş derbarê karê xwe de ji K24ê re wiha axivî: "Hunermend diçin cihên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê, ji bo hunera xwe xebatê dikin. Diçin studyoyan, li wan deran perîşan dibin, şerpeze dibin. Li otêlan dimînin, ji bo xebata xwe tekûz bikin, bi rojan, bi hefteyan li peyî sazbendan digerin. Ji ber vê yekê jî maliyeta wan deran li ser wan gelek zêde dibe."

Sedat Karataş diyar dike ku ew di kar û barê xizmetkirinê de tenê berjewendiyên mirovperweriyê esas digire. Lewra stranbêjekî ku di şerê Sûrê de mexdûr bûye û li derve maye, ev çend meh in jiyana xwe di vê studyoyê de dimeşîne.

Stranbêjê binavê Mûrat Yildirim, hem qalamexdûriyaxwe dike hem jî bi derfetên Karataş dane wî, karê xwe yê muzîkê dewam dike. Yildirim ji K24ê re got: "Em perîşan bûn, em li Sûrê hatine dinyayê, Xwedê em li wê derê xuliqandin. Ji bervê yekê jî em nikarin bi derekê ve biçin. Em a niha nîv mirov in, ne pêkan e em biçin dereke din jiyana xwe bidomînin."

Aranjorê navdar, digel çêkirina klîban û derxistina albûman, mamosteyê tembûrvaniyê ye jî. Ji ber vê yekê jî newayên ku ji tembûra wî belav dibin, li ser tora înternetê ji aliyê bi hezaran kesan ve tên guhdarîkirin. Karataş diyar dike ku ew bi derfetên xwe yên kêm, hem dixwaze xizmeta gelê xwe bike, hem xizmeta muzîka Kurdî bike.