Gûmanbarê êrîşa li Stenbolê hat binçavkirin

Gûmanbarê êrişên avahiya AK Partî û Birêveberiya Ewlekariya Stenbolê li bajarê Tekîrdaxê hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gûmanbarê êrişên avahiya AK Partî û Birêveberiya Ewlekariya Stenbolê li bajarê Tekîrdaxê hat binçavkirin.

Hêzên Dijîterorê yên Tirkiyê, li bajarê Tekîrdaxê endamê rêxistina DHKP-C Şerîf Tunc bi awayek birîndar desteser kirin.

Pêr bi roketan, ser hev êriş li avahiya Birêveberiya Ewlekariya Stenbolê û avahiya AK Partî hatibû kirin. Her wiha duh jî li Esenyurtê êriş li polîsan hatibû kirin.

Piştî ku pençemora wî li ser roketan hatibû diyarkirin, hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirin û Şerîf Tunç ku wek encamderê her sê êrişan tê zanîn, li Tekîrdaxê hat binçavkirin.