Balyozê YE: Pêwîst e Hewlêr û Bexda ji piştî DAIŞê guftûgo bikin

Balyozê Yekîtiya Ewropa (YE) li Iraqê Patrick Simonetta ji K24ê re ragihand, pêwîst e piştî jinavbirina DAIŞê, Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe çareser bikin, heger Herêma Kurdstanê jî dixwaze civaka navdewletî piştevaniya wê bike, pêwîst e reforma siyasî û aborî encam bide.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Yekîtiya Ewropa (YE) li Iraqê Patrick Simonetta ji K24ê re ragihand, pêwîst e piştî jinavbirina DAIŞê, Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe çareser bikin, heger Herêma Kurdstanê jî dixwaze civaka navdewletî piştevaniya wê bike, pêwîst e reforma siyasî û aborî encam bide.

Simonetta got jî: “Pêwîst e piştî qonaxa DAIŞê danûstandin û guftûgo di navbera Hewlêr û Bexdayê de zêdetir hebe, da ku her pirsgirêkek di navbera herdu aliyan de were çareserkirin.”