Kiliçdaroglu: Tirkiye dibe dewleta partiyê

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) di hevpeyvîna xwe ya di “Haberturk TV” de, rexneyên tund li siyaseta Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) û Serokomar Recep Tayip Erdogan girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) di hevpeyvîna xwe ya di “Haberturk TV” de, rexneyên tund li siyaseta Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) û Serokomar Recep Tayip Erdogan girtin.

Derbarê xalên guherînên Destûrî, ev yek wekî hewldana avakirina dewleta partiyê binav kir û got: “Ger weha dom bike, metirsiyên mezin dê li pêş Tirkiye derkevin. Yek kes dibe Serokkomar, Serokwezîr, Wezîr, Serfermendar, parlementer, li ser her tiştî ew yek dê biryarê bide. Ev ne rast e. Kesek nikare vî bare giran hilbide. Ji aliyê demokrasiyê ve, ev ne rast e. Tirkiye dê ber bi metirsiyên mezin re berbiçav were.”

Pêşniyarnameya guhertina yasaya bingehîn ji parlementoya Tirkiyeyê derbas bû.  Di dengdayîna li Parlementoyê  de 488 deng hatin bikaranîn û pêşniyarname bi 339 dengan hate pejirandin.