Mesrûr Barzanî nexşerêya çareserkirina pirsgirêkên bi Yekgirtû re gotûbêj kir

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî pirsa serxwebûnê wek daxwaza hevbeş û faktera yekrêziya hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de bi Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî re gotûbêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî pirsa serxwebûnê wek daxwaza hevbeş û faktera yekrêziya hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de bi Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî re gotûbêj kir.

Mesrûr Barzan ligel endamê Polîtbîroya PDKê Kakemîn Necar û Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Niştimanî Ehmed Kanî serdana Polîtbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kirin û bi Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn civiyan.

Dawî rewşa Herêma Kurdistanê û navçê û şerê DAIŞê tewerên sereke yên civînê bûn.

Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin, bo Herêma Kurdistanê bi yekrêzî û bihêz rûbirûyî her eger û pêşhatinekê bibe.

Herwiha behsa dawî peyama Serok Barzanî bo çareseriya pirsên siyasî yên navxweyî kirin û tekezî li ser giyana lêborînê û hestkirin bi bi berpirsayetiya dîrokî bo gihêştina çareseriyekê ku berjewendiyên welatiyên Kurdistanê tê de be.

Hee di hevdîtinê de, herdu aliyan amaje bi wê yekê kirin, ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi yekhelwestî û bi şandeke hevbeş beşdarî guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bibin, da ku bi diyalog û awayekî aştiyane çarenivîsa pêwendiyên pêşerojê di navbera herêm û Bexdayê de yekalî bikin.