Asayişa Efrînê endamekî PDK-Sê binçav kir

Asayişa Rojava li Efrînê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-D) binçav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava li Efrînê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-D) binçav kir.

li Efrînê Asayişa Rojava duh endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê dermansaz D.r Luqman Îbrahîm Hisên dema li dermanxaneyê xwe bû binçav kir.

PDK-Sê dibêje, li Efrînê endamên wê Ezet Kurdî jî roja 15 Tîrmehê û hatiye girtin. Herwiha Idrîs Elo, Ehmed Sîno û Ehmed Sîdo ji sala 2013an ve girtî ne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar in.