Nêçîrvan Barzanî: Çaverê ne PKK ji Şingalê vekişe

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Piştî Kobanê hate azadkirin, Pêşmerge vekişiya Başûrê Kurdistanê, em çaverê ne PKK jî wiha bike û ji Şingalê vekişe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Piştî Kobanê hate azadkirin, Pêşmerge vekişiya Başûrê Kurdistanê, em çaverê ne PKK jî wiha bike û ji Şingalê vekişe.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê ligel kenala “BBC Farsî” de, teqîna li ber baregeha Polîtbîroya HDKê li qezaya Koyeyê şermezar kir û bi êrîşeke dijî Herêma Kurdistanê binav kir û got: “Gûmeneke mezin heye ku Komara Îslamî ya Îranê li pişt wê teqînê be, lê ti belge li ber destê me tune ne.”

Li ser daxuyaniyeke xwe ya berê derbarê bikaranîna her bijardeyekê, ji wan jî bijardeya leşkerî li hember PKKê li Şingalê de, Barzanî amaje bi wê yekê kir: “Dema birayên me li Kobanê rastî pirsgirêkan hatin, me hêza Pêşmerge şande wir bo alîkariya wan bikin, dema Kobanê hate azadkirin û metirsiya DAIŞê li wir nema, li ser daxwaza wan, me hêzên xwe vekişandin.”

Herwiha got jî: “Em çaverê ne ku PKKê jî wiha bike. Mana hêza PKKê li Şingalê alîkariya aramiya wê navçê nake û hestiyariyekê çê dike, ku heta niha ti gaveke braktîkî navêtiye bo vekişîna ji Şingalê.”

Di bersiva pirsekê derbarê daxistina sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ku bandorekê li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê dike, Barzanî got: “Tenê daxwazek me ji partiya ku desthilatê li Rojavayê Kurdistanê dike heye, ku bi hemû aliyan danûstandinê bike li hev bikin, lê ti derfetê nade ti partiyekî siyasî ku karê bike û siyaseteke dîktatorî dimeşîne. Sînorê me bo pirsên mirovî vekirî ne, lê rê nadin bo derbasbûna çek û tiştên din.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mana hêza Pêmerge li navçeyên rizgarkirî bi pêwîst zanî û got: “Bi tekezî Pêşmerge dimînin, lê bi guftûgo bi Bexdayê re dibe. Piştî 25 salan me rê da hêzên Iraqê ku li xaka Kurdistanê dest bi operasyona Mûsilê bike, berê ti kesî ew tişt pêşbînî nedikir.”

Derbarê serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji Iraqê re û asayîkirina pêwendiyan di navbera wan herdu welatan de, Barzanî got: “Ji ber pêwendiyên me bi herdu aliyan re, me karî alîkariyê bikin û rola me di nêzîkbûna wan de hebû. Tirkiye têdigihe nîgeraniya Bexdayê.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got jî: “Bo derketina hêzên Tirkiyê jî, ti demek nehatiye diyarkirin, lê Tirkiyê qebûl kiriye ku di vî warî de bi Bexdayê re danûstandinan bike.”