Bi wêneyan rizgarbûna ji şer

Ev der li Stenbolê pêşangeha wêneyan e û mijara pêşangehê jî penaberên Sûrî ye. Ev yekemîn pêşangeh nîne lê taybetmendiya vê pêşangehê ew e ku her wêne bi çîrokeke xwe ya taybet hatiye diyarkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ev der li Stenbolê pêşangeha wêneyan e û mijara pêşangehê jî penaberên Sûrî ye. Ev yekemîn pêşangeh nîne lê taybetmendiya vê pêşangehê ew e ku her wêne bi çîrokeke xwe ya taybet hatiye diyarkirin.

12 hunermendên wênegir çîroka penaberên Sûrî ku seranserî 4 salan ji şer reviyane, bi wêneyên xwe nîşanî cîhanê didin. Li ser wêneyan hêvî, bêhêvîtî, rêwîtiya penaberan; hemû di nav hev de ne.

Wênegir û Rêvebirê Projeyê Mehmet Kaçmaz derbarê pêşangehê de ji K24ê re wiha axivî: “Em wekî 12 heval di maweya 4 salan de li Tirkiyê, Libnan, Urdin, Yûnanîstan, Îtaliya û li Almanyayê me dîmenên penaberan girtin. Me bi hezaran wêne berhev kirin. Piştre jî em bi hûrgilî li ser van wêneyan xebitîn û me ji nav van, 56 wêne hilbijartin û me xwest em van wêneyan di pêşangehê de nîşan bidin.”

Wêneyê herî balkêş jî, ev wêneye ku rêwîtiya penaberan a di ser behrê re ber bi Ewropayê ve nîşan dide ye. Şabûna jina ku parastî digihîje Yûnanîstanê, û bavekî ku di gel du zarokên xwe pê li axê dike, li ser wêneyî bi awayekî balkêş tê xuyakirin.

Lê belê, li ser hinek wêneyan ne dilxweşî, êş û kesera hinek penaberan heye ku negihiştine miraza xwe. Hinek penaber jî ku dixwestin biçin Yewnenîstanê di behrê de dixeniqin û li goristana bêkesan hatine veşartin.

Wênegir Erhan jî derbarê wêneyan de got: “Dema ku me ev wêne girtin, em gelekî hestiyar bûn. Wêne gelekî dilsoj bûn û dilê mirovî perçe dibû. Zarok, jin, gênc, pîr, mirovên wenda. Di her wêneyekî de trajediyeke din heye.”

Gelek wêneyên ji hev cuda hene. Di pêşangehê de zarokên ku pîskevît, desmal û benîşt difiroşin jî hene, pîr û kesên ciwan ku kaxiz kom dikin jî..

Ji penaberan hinek kes mirin, hinek kes jî hê jî li ber xwe didin. Lê heyf û mixabin, şerê navxweyî ku bûye sedema trajediya mirovî hê jî bi dawî nebûye.