Barzanî qonaxa piştî DAIŞê bi Balyozê Brîtanyayê re gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şerê dijî DAIŞê li Mûsil, metirsî û gefên li ber paşaroja parêzgeha Neynawa û qonaxa piştî DAIŞê bi Balyozê Brîtanya li Iraq Frank Baker û şanda pê re gotûbêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şerê dijî DAIŞê li Mûsil, metirsî û gefên li ber paşaroja parêzgeha Neynawa û qonaxa piştî DAIŞê bi Balyozê Brîtanya li Iraq Frank Baker û şanda pê re gotûbêj kir.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Balyozê Brîtanya li Iraq Frank Baker û şanda pê re kir. Di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî ya şerê dijî DAIŞê li Mûsil, metirsî û gefên li ber paşaroja parêzgeha Neynawa û qonaxa piştî DAIŞê mijarên sereke yên hevdîtinê bûn.

Her di civînê de, derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Brîtanyayê li qonaxa niha û paşarojê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Di beşeke din a civînê de, Balyozê Brîtanya li Iraqê stratejî û siyaseta welatê xwe ya di derbarê rewşa navdewletî û guhertinên siyasî ji bo Serok Barzanî xisterû.