416 hefte ne lêgerîna wendahiyan dewam dike

Li Diyarbekirê, xizmên wendahiyan, îro çalakiya rûniştinê ya hefteya 416’an li dar xist. Çalakî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Diyarbekirê hat lidarxistin. Xizmên wendahiyan, bi dirûşima; Bila wendahî bên dîtin, bila faîl werin darizandin!” 9 sal in çalakiyên xwe didomînin.

K24 – Diyarbekir

Xizmên wendahiyên li Bakurê Kurdistanê, çalakiya rûniştinê ya heftane îro (28.01.2017) demjimêr di 12:00’an de li Şaxa ÎHD’ê ya Diyarbekirê li dar xist. Çalakî bi axaftineke kin dest pê kir û wekî her hefteyê, çîroka wendahiyekî hat vegotin.

Di rûniştina vê hefteyê de serpêhatiya Cavît Ozalp ê ku di sala 1995’an de li Diyarbekirê wenda bûye, hatin ragihandin. Malbatan, ji bo dîtina faîlên wendahiyan, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî daye û li ser “Binpêkirina Mafê Jiyanê” doza mehkûmkirinê li Dewleta Tirkiyeyê vekiriye.