Perlemantarê HDPê Altan Tan hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Perlemantarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Altan Tan hate binçavkirin.
Perlemantarê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan li Diyarbekirê li mala xwe hate binçavkirin û hat ragihandin ku bo dadgeha Diyarbekirê hate birin.
Şeva borî 2 Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya û ya Edenê Meral Daniş Beştaş hatin binçavkirin, lê îro Huda Kaya hate berdan.