Altan Tan: Dozgerên ji me re fezleke amade kiribûn, di zindanan de ne

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Altan Tan piştî ku ji Dadgeha Diyarbekirê bi mercê dadî hat azadkirin, li ber derê Dadgehê ji K24'ê axivî. Tan got: "Ew dozgerên ku derbarê me de fezleke amade kiribûn, niha di zindanan de ne, ne diyar e ku rewşa van dozgerên ku me niha didarizînin dê çawa be."
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Altan Tan piştî ku ji Dadgeha Diyarbekirê bi mercê dadî hat azadkirin, li ber derê Dadgehê ji K24'ê axivî.

Tan got: "Ew dozgerên ku derbarê me de fezleke amade kiribûn, niha di zindanan de ne, ne diyar e ku rewşa van dozgerên ku me niha didarizînin dê çawa be."

Tan xwest ku parlementerên 11 Parlementerên HDP'ê yên zindankirî jî werin azad kirin.

Perlemantarê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan duh li Diyarbekirê li mala xwe hate binçavkirin, piştre jî ji Dadgeha Diyarbekirê bi mercê dadî hat azadkirin.