Salih Mislim: Tirkiye bixwaze, em amade ne!

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) salih Mislim dibêje, em federalîzmeke wek ya Başûrê Kurdistanê li ser bingeha netweî naxwazin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) salih Mislim dibêje, em federalîzmeke wek ya Başûrê Kurdistanê li ser bingeha netweî naxwazin.

Hevserokê PYDê salih Mislim di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Erebistana Siûdî “Okaz” re ragihand, “Heger Tirkiye bixwaze, em amade ne bi Enqerê re diyalogê bikin. Bi Îranê re jî pêwendiyên me tune ne û ew ne hevkarê me ne. Desthilata Tehranê tadeyê li ser Kurdan pêk tîne.”

Salih Mislim diyar dike ku “Ew ne ligel federalizmek bi awayê Başûrê Kurdistanê ne, ku li ser bingeha netewî hate avakirin. Hemû felaket û nexweşî bi egerên dewletbûnê derdikevin. Em dewleta neteweyî ya Kurdî naxwazin.”

Herweha Mislim dibêje: “Em tenê ji bo Kurdên Sûriyê têkoşînê dikin, têkiliya me bi pirsgîreka Kurdan li Îran û Tirkiye tune ne. Ev babeta Kurdên wan welatan e.”

Tê zanîn di meha Mijdara 2016an de, Hikumeta Tirkiyê fermana girtina Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji ber teqîna Enqerê dabû.