Opozîsyon: Rêjîmê çekê kîmawî bikar aniye

Opozîsyona Sûriyê rêjîmê bikaranîna çekên kîmawî li ser bargehên wan li derdora Şamê tuhmetbar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê rêjîmê bikaranîna çekên kîmawî li ser bargehên wan li derdora Şamê tuhmetbar dike.

Li gor hin jêderan, opozîsyona Sûriyê, hêzên rêjîma wî welatî bi topbarankirina bargeh û xalên leşkerî yên çekdarên opozîsyonê li Xota Rojhilat li derdora Şamê  tuhmetbar kir û dibêje, hêzên rêjîmê di wan êrîşan de gaza jehrê bikar aniye.

Opozîsyon dibêje, di encama wan êrîşan de hejmarek ji çekdarên opozîsyonê li wê deverê hatine xeniqandin û ji bo nexweşxaneyên meydanî li derdora Şama paytexta hatine veguhestin.

Ev tuhmetên opozîsyonê di demekê de ye, ku 30 Berçileya 2016an agirbesta bi serpereştiya Rûsyê û Tikriyê li Sûriyê hate cibicîkirin, ku digel hikûmetê 14 yekîneyên opozîsyonê li ser rêkeftina agirbestê îmze kirin. Herwiha di civîna Astana ya ku di 23 vê mehê li Kazixistanê birêve çûbû jî, tekezî li ser agirbestê kir.

Tê zanîn, di 21 Tebaxa 2013an de komkujiyeke bi çekê kîmawî li Xota Rojhilat hate kirin, di encamê de bi sedan xelkê sivîl xeniqîn, her yek ji opozîsyon û rêjîmê hevûdu bi wê komkujiyê tuhmetbar kirin.