Hevşaredarên navçeya Depê ji kar hatin dûrxistin

Hevşaredarên DBP'yî yên navçeya Depê ya Elezîzê Burhan Kocaman û Cennet Ayik ji kar hatin dûrxistin. Li şûna Hevşaredaran, qeymeqamê wê navçeyê weke qeyûm hat bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarên DBP'yî yên navçeya Depê ya Elezîzê Burhan Kocaman û Cennet Ayik ji kar hatin dûrxistin. Li şûna Hevşaredaran, qeymeqamê wê navçeyê weke qeyûm hat bicihkirin.

Hat zanîn ku Hevşaredarên navçeya Depê bi tuhmeta wan propaganda ji PKKê re kirine, ji kar hatine dûrxistin.

Bi vê yekê jî, heta niha piraniya şaredariyên navçeyên Bakurê Kurdistanê bi riya qeyûman ve birêve diçe.