Wezîra Bergîriyê ya Îtalya serdana Bexda û Hewlêrê dike

Biryar e Wezîra Bergîriyê ya Îtalyayê bi serdanekê bigihe Bexdayê û piştre serdana Herêma Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e Wezîra Bergîriyê ya Îtalyayê bi serdanekê bigihe Bexdayê û piştre serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li gor çend jêderên dîplomasî ku ji ajansa “Nova” ya Îtalî re ragihandine, biryar e îro Wezîra Bergîriyê ya Îtalyayê Roberta Pinotti serdana Bexdayê bike û piştre jî bigihe Hewlêrê. Herwiha ji bo ji nêzîk ve agahdarî rewşa hêza Îtalya ku li bendava Mûsilê ne serdana tîma kompanyaya welatê xwe bike.

Pitî ku di sala 2014an de DAIŞê dest danî ser navçê û belavbûna nûçeya metirsiya rûxandina benda Mûsilê û ji bo nûjenkirin û çavdêrîkirina li wê bendavê, kompanyayeke Îtalî tîmeke xwe şande wê deverê û ji aliyê hêzeke wî welatî ve tê parastin.

Tê zanîn ku Wezîra Bergîriyê ya Îtalyayê Roberta Pinotti di meha Gulana 2016an de, serdana Hewlêrê kir û ligel berpirsên Herêma Kurdistanê civiyabû.