Li Stenbolê pêşangeha cilûbergan deriyên xwe vekir

Sererastbûna têkiliyên Enqere û Moskoyê jî di fuarê de bandora xwe nîşan da. Rusên ku wekî mereqdarê cilûbergên çermîn tên zanîn eleqeyeke mezin nîşanî vê fuarê dan. Di berhemên çermîn de trenda îsal rêngên qehweyî anku rengên axînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Sererastbûna têkiliyên Enqere û Moskoyê jî di fuarê de bandora xwe nîşan da. Rusên ku wekî mereqdarê cilûbergên çermîn tên zanîn eleqeyeke mezin nîşanî vê fuarê dan. Di berhemên çermîn de trenda îsal rêngên qehweyî anku rengên axînin.

Di pêşangehê de karsazên sektora cilûbergên çermîn bo berhemên xwe yên nû bidin nasîn ketin liv û tevgerê. Tê pêşbînîkirin ji Ewropa û  ji Rojhilata Naverast; herî kêm ji 18 dewletan mereqdarên vê pîşeyê werin serdana vê pêşangehê.

Lê belê di roja destpêkê ya fuarê de hema bêjin li pêş hemû dezgehan kiryarên ji Rûsyayê hebûn. Rusên ku wekî mereqdarê cilûbergên çermîn tên zanîn eleqeyeke mezin nîşanî vê pêşangehê dan. 

Berpirsê Kompaniyê Paşa Alî li ser pêşangehê ji K24ê re wiha axivî: "Ji Amerîka, Ewropa û ji Rojhilata Navîn kiryarên me hene, lê belê kiryarên me herî zêde ji Rûsyayê tên. Wekî hûn dibînin herî zêde kesên li vir ew in. Kêşûhewaya Rusyayê gelekî cemidiye ji ber wê jî cil û bergên çermîn li wê derê gelekî tên bikaranîn."

Di Mijdara 2015an de bi xistina firokeya Rûsan navbera Tirkiyê û Rusyayê gelekî xerab bûbû û herdu dewlet hatibûn asta şer. Lê belê beriya 8 mehan sererastkirina têkiliyên navbera herdu dewletan; li ser aborî û bazirganiyê jî karîgeriya xwe nîşan da.

Berpirsê Kompaniyê Apo Okumuş jî got: "Nîviyê bazara cil û bergên çermîn bi Rûsyayê re tê kirin. Dema ku têkiliyên me û Rûsyayê xera bû em ketin nav rewşeke gelekî aloz. Başe ku ew krîz safî bû û têkilî sererast bûn. Sektora me jî hêdî hêdî bi ser xwe ve tê."

Sêwirînerê Berhemên Çermîn Cenk Erdem wiha got: "Niha ji rengên sorê hinarê bigirin heta rengên gewr û sorê tarî gelek rengên cûda tên bikaranîn lê belê helbet di cilûbergên çermîn de rengên herî serdest rengên tarî û yên qehweyî ne. Îsal trend rengên axînin."

Di pêşangehê de ne tenê kompanî herwiha kiryarên cilûbergên çermîn jî bi eleqeyeke mezin beşdarî di fuarê de kirin. Fuara ku bi modelên ji hevdu ciwantir danasîna mont û sakoyên çermîn tê kirin dê 3 rojan bo kiryar û mereqdarên cilûbergên çermîn vekirî be.