Asayişa Efrînê endamekî PDK-Sê azad dike

Asayişa Rojava li Efrînê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-D) ji girtîgehên xwe azad dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava li Efrînê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-D) ji girtîgehên xwe azad dike.

Endamê Komîta Navendî yê PDK-Sê li Efrînê Ebdilrehman Apo ji K24ê re ragihand, Asayişa Efrînê îro danê nîvro endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê dermansaz D.r Luqman Îbrahîm Hisên ji girtîgehên xwe azad kir.

Luqman Hisên ku roja 25 Çile dema li dermanxaneyê xwe bû, ji aliyê Asayişa Efrînê ve hatibû binçavkirin.

Apo amaje bi wê yekê kir jî ku, li Efrînê endamên PDK-Sê Ezet Kurdî roja 15 Tîrmehê û hatiye girtin. Herwiha Idrîs Elo, Ehmed Sîno û Ehmed Sîdo ji sala 2013an ve girtî ne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar in.