Li Bazîdê 12 kes hatin girtin

Li bajarê Agiriyê yê bakurê Kurdistanê, Şaredarê Bazîdê jî nav de 12 kes hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Agiriyê yê bakurê Kurdistanê, Şaredarê Bazîdê jî nav de 12 kes hatin girtin.

Di 23ê Berçileya borî de polîsan li navçeya Bazîdê ya bajarê Agiriyê operasyon pêk anîbûn û bi ser malan de girtibûn. Di encamê de Şaredar Rohat Ozbay û 13 endamên şaredariya Bazîdê hatibûn binçavkirin.

Piştî dadgehkirinê, dager bi hinceta bangeşeya PKKê kirine biryara girtina Şaredar  Rohat Ozbay û 11 Endamên Encûmena Şaredariyê da. 2 Kesên din jî azad kirin.