Lavrov: Astana cihê Cenêvê nagire

Rûsya piştgirya xwe ji bo danûstandinên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de bi serpereştiya Netewên Yekgirtî da xuyakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya piştgirya xwe ji bo danûstandinên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de bi serpereştiya Netewên Yekgirtî da xuyakirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayî Sêrgey Lavrov di hevdîtinekê de ku li ser malpera Wezarta Derva ya Rûsî hate belavkirin ragihand, danûstandinên Astanayê yên di navbera nûnerên rêjîm û opozîsyona Sûriyê de birêve çû bûn, deriyek bû ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Lavrov got jî, lê danûstandinên Astanayê cihê danûstandinên Cenêvê yên bi serpereştiya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura nagire.

Ev yek di demekê de ye ku, danustandinên Cenêva 4 di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de,  biryar e di 20 vê mehê de birêve biçin

Bo destnîşankirina şanda opozîsyonê ji bo danûstandinên Cenêvê, li Enqerê civînek di navbera opozîsyona Sûriyê û berpirsên Wezareta Derva ya Tirkiyê de birêve çû bû, ku Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro jî tê de beşdar bû.

Opozîsyonê raghandin jî, ku Artêşa Azad li danûstandên Cenêvê amade nabe, heta agirbest li ser erdê neyê çespandin.