Emar Hekîm projeya xwe ligel YNKê gotûbêj dike

Şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê bi serokatiya Emar Hekîm gihêşte Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, biryar e derbarê projeya wan de bi berpirsên YNKê guftûgoyê li ser bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peymanêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, şandeke bilind ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê bi serokatiya Emar Hekîm ligel Kusret Elî Resûl û Mela Bextiyar û hejmareke din ji endamên Polîtbîroya YNKê dicive û guftûgoyê li ser projeya Emar Hekîm y abo aştîkirin û jihevnêzîkirina aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê dikin.

Berî demekê ev proje ji aliyê Emar Hekîm ve bo aştîkirin û jihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Iraqê xistibû nava meydana siyasî ya Iraqê û li Îran û Urdinê jî gutûgo li ser hatibû kirin û pesendkirin, niha jî ligel Kurd li ser wê projeyê gotûbêjan dike.

Roja 4 Sibatê Emar Hekîm bi serokatiya şandekê ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê gihêşte Hewlêrê, bo guftûgoyê li wê projeyê bike, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hin aliyên siyasî yên li Hewlêr civiya.