Li Wanê masîgir digel hewaya sar masiyan digirin

Li Kurdistanê hewaya sar bandorê li ser jiyana hemû welatiyan dike. Li Ebexeya ser bi Wanê jî welatî fêrî vê hewayê bûne û jiyana xwe her çiqas zehmet be jî didomînin. Masîgir li Gola Qaza ya ku 7 kîlometreyan dûrî navendê ye masiyan digirin û bi vî awayî jî debara xwe dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Kurdistanê hewaya sar bandorê li ser jiyana hemû welatiyan dike. Li Ebexeya ser bi Wanê jî welatî fêrî vê hewayê bûne û jiyana xwe her çiqas zehmet be jî didomînin. Masîgir li Gola Qaza ya ku 7 kîlometreyan dûrî navendê ye masiyan digirin û bi vî awayî jî debara xwe dikin.

Li navçeya Ebexe ya ser bi Wana Kurdistanê gelek berf ketiye û germahiya hewayê jî di bin sifirê re digihîjê 35-40 pileyan. Di vê serdema çile de welatî tevî hemû zor û zehmetiyan ji bo debara xwe hewl didin. Li Ebexê gelek kes debara xwe bi ajaldariyê dikin lê di çileyan de hemû kes berê xwe didin Çemê Gola Qazan.

Gol 7 kîlometreyan dûrî navçeyê ye û gundî di vî çemî de bi derfetên xwe masiyan digirin. Welatî ji bo masiyan bigirin serê sibehê derdikevin ser rêyan. Piştî ku çûn jî karê wan yê yekem şikandina qeşaya ser çem e. Masîgir bi belemên ku wan bi xwe çêkirine qeşaya golê dişkînin û piştre jî bi toran masiyan digirin.

Masîgir Sînan Beyazsu li ser vî karî ji K24ê re got: "Di înşeatê de kar tune ye em ji xwere tên hewa xweş be em masiyan digirin. Zêde bin em difiroşin û eger hindik bê jî em tera xwarina xwe dibin. Car caran em deh kîloyan jî digirin û heye em yên hûrik jî digirin."

Li Ebexê her masîgir xwediyê belem û toreke masiyan e. Masîgiran belem tenê ji bo girtina masiyan çêkirine û ji bo belem binav nebin jî bi bînê wan ve galon girêdane. Ji ber ku zivistanê tu derfetên kar tune ne piraniya gundiyan ji neçarî vî karî dikin.

Masîgir Yaşar Beyazsu jî dibêje: "Em têne vê derê bi dirganan masiyan digirin. Wextê ku zêde be em diçin difiroşin û kîloya wan didin 5-6 lîreyan û wextê ku hindik be jî em dixwun. Karê me jî ev e, ne kare ne emel e em şeweqê radibin û tên bi masiyan ve. Eger em masiyan negirin jî em vala diçin mala xwe."

Masîgir Seyîtxan Dîlmaç jî wiha axivî: "Roj heye em digirin roj heye em nagirin jî. Karê me jî ev e, em bi vê debara xwe dikin. Sibehê ve em din ava berfê de ne, ser rêya avê ne heta evarî em disekinin. Meç i girtiye nesîb."

Masîgir ji sibehê heta evarê digel hewaya sar li pey in ku masiyan bigirin. Ji ber berfa zêde wesayît jî nikarin biçin wê devera ku masî lê tê girtin û gundî jî amûr û masiyên xwe li taxûkan bar dikin û bi vî awayî jî wan heta keviya rê dikişînin. Herwiha di çem de tenê masiyên reşoke û sazan hene û kîloya wan jî li bajêr bi 5 lireyên Tirkiyê tên firotin ku beramberî dolarek û nivê dike.