Yekîtiya Mîdiya berdewamiya girtina Alan Selîm şermezar dike

Malpera “Yekîtiya Mîdiya” berdewambûna girtina peyamnêrê xwe ji aliyê Asayişa Rojava ve şermezar dike û di daxuyaniyekê de radigihîne, Peyamnêrê wê Alan Selîm Ehmed ji 6 mehan ve di zîndana Çirkîn ya li Qamişlo de girtî ye û ji 63 rojan ve di zîndana take kesî deye, bêyî ku tuhmeteke rasterast jê re bê arastkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê Yekîtî Mîdiya Alan Selîm 6 meh in di girtîgehên Asayişa Rojava de girtî ye û 63 roj in di zîndana take kesî de ye.

Malpera “Yekîtiya Mîdiya” berdewambûna girtina peyamnêrê xwe ji aliyê Asayişa Rojava ve şermezar dike û di daxuyaniyekê de radigihîne, Peyamnêrê wê Alan Selîm Ehmed ji 6 mehan ve di zîndana Çirkîn ya li Qamişlo de girtî ye û ji 63 rojan ve di zîndana take kesî deye, bêyî ku tuhmeteke rasterast jê re bê arastkirin.

Duh Asayişa Rojava hejmarek ji endam û serkirideyên Eencûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di nava wê de ji girtîgehên xwe azad kirin

Duh li bajarê Qamişlo 6 kes ji serkirde û alîgirên ENKSê piştî 5 mehan ji girtina wan, serbest hatine berdan û ew jî ev in (Edilrehîm Mehmûd - Ebdella Gedo - Mihsin Xelef - Ridwan Mihemed - Mihemed Elî - Xeyas Yûnis)

Girtiyên ENKS'ê ku ji 15ê meha Tebaxa Borî ve ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatibûne girtin, ku ta nuha hin din di girtîgehan de mane mîna rojnamevan Alan Selîm.

Herwiha li Efrînê jî endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê Ezet Kurdî jî piştî 7 mehan azad kir.

Di beşeke din daxuyaniya Yekîtî Mîdiya de hat, daxwaza ji rêxistinên hiqûqî û  yên mafê mirovan dike, ku destêwerdanê bikin û peyamnêrê wê Alan Selîm Ehmed azad bikin.