Hewramî: Bi zelalî pirsa serxwebûnê bi Şîeyan re gotûbêj kir

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, bi zelalî ligel Hevpeymaniya Niştimaniya Şîeyên Iraqê pirsa serxwebûnê gotûbêj kiriye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, bi zelalî ligel Hevpeymaniya Niştimaniya Şîeyên Iraqê pirsa serxwebûnê gotûbêj kiriye.

Ji bilî serxwebûnê ti çareyeke din tune ye

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî ji K24ê re ragihand, “Ligel Hevpeymaniya Niştimaniya Şîeyê Iraqê gelek pirs gotûbêj kirin û me nêrîn û helwesta xwe ya bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li ser rêkeftine ji Hevpeymaniya Niştimaniya Şîeyê Iraqê re aşkere kir.”

Hewramî diyar kir, du şande dê biçin Bexdayê, şandeke hikûmî bo çareserkirina dosyên bi hikûmeta Iraqê re pêwendîdar in. Şandeke siyasî jî bo pirsa gotûbêjkirina pêşeroja siyasî ya xelkê Herêma Kurdistanê.    

Hewramî amaje bi wê yekê kir jî, ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê aloz bûne û sîstema federalîzmê şikest xwariye, ji bilî serxwebûnê ti çareyeke din tune ye û ev yek jî bi zelalî ji Bexdayê re gotiye.

Roja 4 Sibatê Emar Hekîm bi serokatiya şandekê ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê gihêşte Hewlêrê, destpêşxeriyek bo aştîkirin û jihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Iraqê xistibû rojeva siyasî ya Iraqê

Pêwîst e ENKS û PYDê bi hev re di civînan de amade bin

Nûnerê PYDê li Moskoyê Ebdilselam Elî ragihandibû ku, di hefteya bê de konferansek derbarê pirsa Kurdî birêve biçe û nûnerên partiyên her çar perçeyên Kurdistanê tê de amade bibin. Hewramî li ser pirsê got ku: “Herêma Kurdistanê danûstandinê ligel vexwandnameyên fermî dike, kunsulxaneya Rûsî jî bi fermî ti vexwandname ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re birê nekiriye. Li gor agahiyên min jî ti xexwandname negihêştine partiyên Herêma Kurdistanê.”

Herwiha Hewramî amaje bi siyaseta PDKê li hember pêşeroja Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Siyaseteke me fermî li hember Rojavayê Kurdistanê heye. Em dibînin ku pêwîst e herdu alî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û PYD bi hev re di civînan de amade bin.”

Herwiha Hewramî got: “Me piştevaniya ENKSê kir, da ku di civîna Astanayê de beşdar bibe, ji ber ku Astana kongreyeke siyasî ya stratejî bû derbarê krîza Sûriyê. Lê ew kongereya li Moskoyê ya ku PYDê behsa wê dike, civîneke şêwirkariyê ye, ne fermî ye.”