Ozçelîk: Divê PKK li Şingalê nemîne

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk dibêje: Divê PKK li Şingalê nemîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk dibêje: Divê PKK li Şingalê nemîne.

Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk beşdarî bernameya “Rojeva Bakur” a Radyoya K24ê bû û da zanîn ku, dema Şingal di bin xetereyê de bû PKK dikare were alîkariya birayên xwe bike. Lê niha metirsiya DAIŞê li ser Şingalê nemaye û divê PKK rêzê li hikûmet û parlementoya Kurdistanê bigre û ji Şengalê derkeve.

Serokê PAKê herwiha bal kişand li ser nîqaşên bo kongreyeke netewî û ragihand, PKK ji aliyekî ve banga kongreyeke netewî dike ji aliyekî din ve jî PYD li Rojavayê Kurdistanê zextê li siyasetmedarên dervayî xwe dike. Ev şaşîtiyek mezin e û ji bo kongreyeke netewî kar û helwestên niştimanî pêwîst in.