Elîko: PYD beşdarî danûstandinê Cenêva 4 nabe

Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de Fûad Elîko dibêje, di gera Cenêv 4 de hin alî ji komîta Mosko û Qahîre ve dê beşdar bin, lê PYD ne yek ji wan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de Fûad Elîko dibêje, di gera Cenêv 4 de hin alî ji komîta Mosko û Qahîre ve dê beşdar bin, lê PYD ne yek ji wan e.

Biryare di 20ê vê mehê de danûstandinên Cenêv 4 di navbera rejîma Sûriyê û Opozîsyona wê bo dîtina çareseriyekê ji kirîza wî welatî re bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî dest pê bikin. Opozîsyonê jî li Riyazê paytexta Siûdiyê şanda xwe destnîşan kir.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê de û endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê Fûad Elîko ji K24ê re got: “Hêzên navdewletî û Rûsya û li gor biryara navdewletî 2254 dixwazin hin alî ji komîta Mosko û ya Qahîre tevlî şanda opozîsyonê bibin, niha kar bo yekê tê kirin, lê heta niha ti nav nehatine destnîşankirin. Tenê navên şanda Îtîlafê hatine diyarkirin.”

Derbarê pirsa ku PYD di nava komîta Moskoyê de ye, eger e ku PYD di gera vê carê ya Cenêvê de amade bibe, Elîko got: “Ne Îtîlaf, ne Desteya Bilind a Danûstandinan û ne leşker qebûl nakin ku PYDê beşdar bibe, ji ber ku ew dibînin ku PYDê nêzîkî rêjîma Sûriyê ye û ne ji opozîsyonê ye.”

Herwiha Elîko got: “Li Cenêva 4 ji sê aliyan sereke tê de xwedî biryar in, Desteya Bilind ya ku li Riyazê hatiye avakirin, Îtîlaf û komîta leşkerî ya li Astanayê beşdar bûye, ev hersê beş jî niha li Riyazê dicivin û hersê beş jî dibînin ku PYD nayê qebûlkirin.”

Elîko diyar kir, şanda opozîsyonê ji 20 danûstandaran, 20 Şêwirmendên yasayî û 20 lêvegeran pêk tê, Kurd jî di hersê beşan de jî hene.

Derbarê beşdariya nûnerên hêza Pêşmergeyên Rojava di danûstandinên Cenevê de, Elîko got: “Nûnerên leşkerên ku di hindurê Sûriyê de ne û li ser xaka Sûriyê ne dê beşdar bibin, dema Pêşmerge vegere ser xaka xwe, bêgûman dê nûnerên wê jî hebe.”

Elîko diyar kir, li Cenêv li ser sê xalan guftûgo tê kirin, guhartina siyasî, amadekirina reşnivîseke destûrê û amadekirina qanûna hilbijartinê.