Barzanî û Fallon şerê DAIŞê gotûbêj dikin

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Michael Fallon di roja duyem ya serdana xwe bo Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Michael Fallon di roja duyem ya serdana xwe bo Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

Li gor zanyariyên K24ê, şerê DAIŞê û Mûsil ji piştî DAIŞê tewerên sereke yên civîna Barzanî û Fallon in.

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê duh gihêştibû Hewlêrê û di konferanseke rojnamegerî de girîngî da rola Pêşmerge û ragihand, Pêşmerge çespand ku azatirîn hêz e li hember DAIŞê.

Herwiha Fallon got: “Brîtanya perwerde û rahênankirinê bi 7 hezar Pêşmerge kiriye û di hevkariya bo Pêşnerge jî berdewam dibe.

Derbarê kontrolkirina Reqayê de jî Fallon got: “Heta werzê Buharê bê, bajarê Reqayê bi tevahî dorpêç dibe, piştre jî êrîşa ser bajêr dest pê dike.”

Li gor Fallon, Reqa bajarekî ji Mûsilê biçûktir e, lê diyar e DAIŞê bi tund bergîriyê lê dike, ji ber wê yekê operasyona Reqa gelek bi hûrî hatiye dariştin, weka çawa ji Mûsilê re jî hatibû dariştin. Bi azadkirina Reqayê ji piştî Mûsilê re, dibe destpêka bidawîbûna vê rêxistinê.”

Derbarê Mûsilê de jî Fallon amaje bi wê yekê kir, heta niha 2 milyon kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û Brîtanya 30 milyon Dolara Amerîkî bo avakirina Mûsilê terxan kiriye.

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê  îro jî ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Nêçîrvan Barzanî û Michael Fallon behsa qonxa piştî DAIŞê kirin û pêdagirî li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera London û Hewlêrê kirin.

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Michael Fallon şeva borî gihêşt firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê Wezîrê Naxwe Kerîm Şingalî ve hate pêşwazîkirin. Biryar e jî Fallon serdana leşkerên Brîtanî yên rahênanê bi Pêşmerge dikin, bike.