Fransa ji Cenêva 4 reşbîn e

Bi mayîn û rijdbûna rêjîma Sûriyê li ser helwêsta xwe, Fransa encamên danûstandinên Cenêvê ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de bi reşbînî dibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi mayîn û rijdbûna rêjîma Sûriyê li ser helwêsta xwe, Fransa encamên danûstandinên Cenêvê ya derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de bi reşbînî dibîne.

Wezîrê Derve yê Frensayê Jean-Marc Ayrault di konferanseke rojnamegerî ligel Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura de ragihand, gera  Cenêv 4 ya danûstandinên aştiyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî eger heye ku armncên wê bê hêvî bin, ji ber ku rêjîma Sûriyê li ser helwestên xwe rijd e.

Ayrault got jî: “Sala borî û ji ber rijdbûna rêjîma Sûriyê danûstandinan encam nedan.”

Biryar bû gera çaremîn ya danûstandinên Cenêvê di 8ê vê mehê de di navbera şanda rêjîm û opozîsyona birêve biçûya, lê bo 20 vê mehê hatin paşxistin, ji ber ku di 15 û 16 vê mehê de şandên rêjîm û opozîsyonê ve dê careke din li Astanayê bicivin. De Mistura jî got, bo sûde ji civîna Astanayê bê girtin, piştre dê biçin Cenêvê.

Duh, Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê de û endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê Fûad Elîko ji K24ê re got: Şanda opozîsyonê li Riyazê hate destnîşan kirin, ku ji 20 danûstandaran, 20 Şêwirmendên yasayî û 20 lêvegeran pêk tê, Kurd jî di hersê beşan de jî hene