Pêşangeha Boat Showê li Stenbolê deriyên xwe vekirin

11'mîn pêşangeha Boat Showê li Stenbolê deriyên xwe vekir. Di pêşangehê de ji sêsedî zêdetir keştî, yat û belemên bibawan yên ku li gor teknolojiya nû hatine sêwirandin derketin pêşberî mereqdarên siware û amûrên deryavaniyê.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

11'mîn pêşangeha Boat Showê li Stenbolê deriyên xwe vekir. Di pêşangehê de ji sêsedî zêdetir keştî, yat û belemên bibawan yên ku li gor teknolojiya nû hatine sêwirandin derketin pêşberî mereqdarên siware û amûrên deryavaniyê.

 Dîrektorê firotin û bazarê Taner Peker ji K24ê re got: “Îsal 11'mîn car e ku ev pêşangeh tê lidarxistin. Li vê derê nêzî 300 motor, keştiyên biçûk û belemên bibawan hene.  ji ber ku hikûmetê rêjeya bacan ji sedî 18an daxiste ji sedî 1ê em bi hêvî ne ku îsal ji bo belem û yatan eleqeyeke mezin were nîşandan.”

Di pêşangehê de pêkane ku mirov li gor her bûdçeyê siwareyên deryavaniyê peyda bike. Di pêşangehê de belema herî erzan di gel bacan bi 1000 Euro ya ne. Ev belema bi qasî 24 metreyan dirêj belema herî bi biha ya pêşangehê ye.

Dîrektorê firotin û bazarê Ugur Şahîn jî got: “Ev keştîya li paş min 24 metreyan dirêje. Keştî 3 qatî ye û ji 4 jûran pêk tê. Di gel vê bo dû karmendan jî jûreke taybet tê de heye. Em dikarin bibêjin ev belem belema herî bi biha ya xwemalî ye di fuarê de. Bihayê wê jî 3 milyon Euro ye.”

Gerînendeyê Firoşar Alpay Gûnaydin jî wiha axivî: “Belemên me bêtir li gor dilê kesên ku ji klasîkan hezdikin hatine sêwirandin. Ev belem 13 metreye; tê de kamarayek û serşoyek jî heye. Xêzanek dikare di gel zar û zêçên xwe betlaneya dawiya hefteyê bi vê belemê, di nav aramiyê de derbas bike.”

Pêşangeha Boat Showê di roja destpêkê de rastî eleqeyeke mezin hat. Fuar, dê bi maweya hefteyekê bo mereqdarên amûr û siwareyên deryavaniyê vekirî be.