Soylu: Bi tometa PKKê 8477 kes hatine binçavkirin

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu ragihand, di maweya 5 mehan de, bi tometa alîkariya PKKê 8 hezar û 477 kes hatine binçavkirin û ji wan 2 hezar û 603 kes hatine girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu ragihand, di maweya 5 mehan de, bi tometa alîkariya PKKê 8 hezar û 477 kes hatine binçavkirin û ji wan 2 hezar û 603 kes hatine girtin.

Soylu li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Semsûrê di vekirina Avahiya Birêveberiya Ewlekariyê de da xuyakirin, di mehên Zivistanê de hêzên ewlekariyê bi giştî 129 operasyon kirine karîne bikevin hemû baregeh û binkeyên PKKê.

Da zanîn, di maweya 5 mehan de li bejahiyên 22 bajaran 661 senger û binkeyên PKKê hatine tunekirin û di vê demê de, 689 endamên PKKê hatine kuştin û pêşî li 126 çalakiyan hatiye girtin.

Herwiha Soylu got, di heman demê de, li navenda bajaran hember rêxistina KCKê jî operasyon hatine kirin û di vê demê de bi giştî 8 hezar û 477 kes hatine binçavkirin û ji wan 2 hezar û 603 kes hatine girtin.