PAKê salvegera Serhildana Şêx Seîd bi bîr anî

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) salvegera 92’mîn a Serhildana Şêx Seîd, bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Di 13’ê Sibata 1925’an de berxwedana oldarên Kurd ku li hember mifirzeyên Tirk dest pê kiribû, bi pêşengiya Şêx Seîd, li serhildana tevgera Kurd veguherîbû. Raperîna ku bi navê Serhildana Şêx Seîd li Bakur belav bûbû, bi darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî bi dawî bûbû.

K24 – Diyarbekir

Piştî ku di sala 1925’an de gelek medrese û saziyên olî tên girtin, bi pêşengiya Şêx Seîd, di 13’ê Sibata 1925’an de raperînek çêdibe. Piştî raperîna ku bi xwedîderketina li nirxên olî hatiye destpêkirin, li tevgera azadiya Kurdan vediguhere û raperîna Şêx Seîd û 47 hevalên wî, wekî serhildaneke Kurdan a li hember mifirzeyên Tirk belav dibe.

Piştî şer û pevçûnên serhildêran zêdetir dibin, ji aliyê dadgehên Îstîklalê ve ji bo wan biryara girtinê tê dayîn. Piştî ku Şêx Seîd û 47 hevalên wî tên girtin, ji aliyê dadgehê ve biryara darvekirina wan tê dayîn. Şêx Seîd û 47 hevalên wî, di 28’ê Hezîrana 1925’an de ji bo Diyarbekirê tên veguhestin.

Şêx Seîd û 47 serhildêr, li Qada Deriyê Çiyê ku niha bi navê Qada Şêx Seîd tê binavkirin, roja 29’ê hezîranê, hemû bi hev re tên darvekirin.

Bi rasthatina dîroka salvegera Serhildana Şêx Seîd, li Diyarbekirê, ji aliyê rêveberên Partiya Azadiya Kurdistanê ve (13.02.2017) daxuyaniyeke bibîranînê hat belavkirin.