Heşda Şeibî: Em li Mûsilê namînin

Berdevkê Heşda Şeibî ragihand, erkê Heşda Şeibî di operasyona Mûsilê de li derveyî bajarê Mûsilê ye û Heşda Şeibî li Mûsilê namîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Heşda Şeibî ragihand, erkê Heşda Şeibî di operasyona Mûsilê de li derveyî bajarê Mûsilê ye û Heşda Şeibî li Mûsilê namîne.

Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî ji K24ê re ragihand, wek çawa Pêşmerge li derveyê navenda bajarê Mûsilê şer dike, bi heman awayî jî Heşda Şeibî li derveyî Mûsilê li aliyê Tilefer e şer dike.

Nûrî got: “Me êrîşeke DAIŞê li rojavayê Mûsilê têk şikand, ku DAIŞê dixwast riyekê bi Sûriyê veke, lê me rê li pêş wê yekê girt û me nehêşt DAIŞ bigihe armanca xwe.”

Herwiha Nûrî tekezî li ser wê yekê kir, ku ti niyaza hêza Heşda Şeibî tune ye, ku li Mûsilê bimîne.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê di roja 17 Cotmeha 2016an bi beşdariya 100 hezar leşker ji hêzên Iraqî û Pêşmerge dest pê kir. Hêza Heşda Şeibî jî ku ji girûpên Şîe pêk tê, ew jî beşdariyê di vê operasyonê de dike.