Navenda Biryarê tevlî civîna Serkirdeyatiyê YNKê nebû

Baskê piraniya Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bêyî baskê Navenda Biryarê û bi amadebûna Sekerterê Giştî yê NYKê Celal Talbanî civiya. Endamekî Serkirdeyatiyê yê baskê Piraniya Pîlotbîroyê jî civîna îro bi hewleke berve çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên YNKê binav dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Silêmanî

Baskê “Piraniya Pîlotbîroya” Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bêyî baskê Navenda Biryarê û bi amadebûna Sekerterê Giştî yê NYKê Celal Talbanî civiya. Endamekî Serkirdeyatiyê yê baskê Piraniya Pîlotbîroyê jî civîna îro bi hewleke berve çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên YNKê binav dike.

Li hember vê civînê jî, endamekî baskê “Navenda Biryarê” ev civîn wek sedemeke kûrkirina pirsgirêkan binav dike, ne çareserkirina pirsgirêkan.

Berî birêveçûna civîna Encûmena Serkirdeyatiyê, baskê Piraniya Pîlotbîroyê hewl dan ku baskê Navenda Biryarê di civînê de beşdar bibe. Dawî hewl jî Hêro Îbrahîm kir, ku di riya kurên xwe (Qubat û Pavil) kir, lê hemû hewl bê encam bûn.