Berhem Salih dîsa beşdar nebû

Piştî asayîbûna di navbera herdu baskên YNKê (Baskê Navenda Biryarê bi serpereştiya Kusret Resûl Elî û Baskê bibandor bi serpereştiya Hêro Îbrahîm Ehmed) îro Polîtbîroya YNKê bo cara duyem civiya, lê Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih beşdarî civînê nebû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zanyariyên K24ê, kesên ji herdu baskan ve nêzîk hewl dan Berhem Salih beşdarî civîna îro bibe, lê bo cara duyem Salih beşdar nebû.

Roja şemiya borî jî kurê Sekreterê Giştî yê YNKê Pavêl Talebanî wek nûnerê malbata Talebanî daxwaz ji Berhem Salih kir, ku beşdarî civînê bibe, lê Salih amade nebû.

Îro Polîtbîroya YNKê bo gotûbêjkirina tijîkirina postên betal û guhartinên di postên pişkên YNKê di hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi serokatiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusert Resûl Elî dicive.

Piştî nexweşiya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, pirsgirêkên navxweyî derketin holê. Roja 1 Îlona 2016an jî cîgirên Sekreterê Giştî Kusret Resûl û Berhem Salih û hejmarek ji endamên Pîlotbîroya YNKê Navenda Biryarê ragihandin û gotin ku her biryarek di nava wê partiyê bêyî wan derkeve, nayê qebûlkirin.