Perwerdekirina Leskerî ya Penaberên Sûrî li dijî mafê mirovan e

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de destpêkiribû, bi milyonan welatiyên Sûrî penaber bûne. Gişt ji wan penaberan jî koçberî Tirkiyeyê bûne û li Tirkiyeyê jî herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine bicîh kirin. Li Tirkiyê berê welatîbûyîna wan penaberan hatibû rojevê, niha jî ji bo ku Tirkiye penaberan wek lekerî perwerde bike kampanyayekî hatiye destpê kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de destpêkiribû, bi milyonan welatiyên Sûrî penaber bûne. Gişt ji wan penaberan jî koçberî Tirkiyeyê bûne û li Tirkiyeyê jî herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine bicîh kirin. Li Tirkiyê berê welatîbûyîna wan penaberan hatibû rojevê, niha jî ji bo ku Tirkiye penaberan wek lekerî perwerde bike kampanyayekî hatiye destpê kirin.

Ji ber şerê navxweyî û DAIŞ’ê ji Sûriyê dora 4 milyon Sûrî koçber bûne û dora 2 milyon ji wan jî hatine Tirkiyê, berê welatîdayîna penaberên Sûrî li Tirkiyê hatibû rojevê, niha jî, li ser change.org’ê kampanyeya ku penaberên zilam yên ku temenê wan di navbera 18-45’an de ne; ji aliyê leşkerî ve bên perwerde kirin  destpê kiriye.

Çavdêrê siyasî Îlhamî Işik, wê kampanyayê û hewldanên bi vî rengî rexne dike û dibêje helwest û nêzikayiyên neyînî li hember penaberan bi giştî heye û armanca kampanyayê jî wek nijadperestî û cudagirtinê pênasekir.

Çavdêrê Siyasî Îlhamî Işik li ser vê pirsê ji K24ê re axivî û got: “Ji bo ku penaber li welatên wan neminin yan jî necin welatê wan li cihanê pêleke li dijî multeciyan ya nijadpersetî heye û her diçe şênbertir dibe. Vê mijarê di bijartina Trump de rol leyîst û li Ewrûpa jî bandoreke berbiçav dike. Lewra dê bandor li ser hilbijartinên li Firansayê jî bike. Tirkiye li navenda vê goga agire û jê bandor negirtin jî nemumkun e.”

Îlhamî Işik, balê kişand ku ji ber şerê li Sûriyeyê û heremê ji 10 milyonî zêdetir niştecî ciyên xwe guhartine yan jî penaber bûne. Di ciye projeyên bi vî rengî de divê ji bo rawestandina şer û kuştina mirovan plansazî û xebat bên kirin.

Işik got jî: “Bi taybet niha Tirkiye li El-Babê operasyonan dike û leşger canê xwe winda dikin, ev tişt bandoreke mezin li ser zêdebûyîna wê pêla dijberiyê dike. Yanî dibêjin çima leşgerên me diçin li wir can3e xwe didin bila ew perwerde bibin û biçin şer bikin. Ev tiştekî li dijî nirxên mirovî ye û divê milyonek jî imze bên berhevkirin tiştekî wiha neyê kirin.”

Parêzvanên Mafên Mirovan jî dibêjin, ew penaber jixwe ji ber xirabiyên şer reviyane û nave ku ji wan daxwazeke wiha bê kirin. disa bale dikşînin ku di destura gerdûnî ya mirovahiyê de bi darê zorê xebitandina penaberan jî qedexeye, loma jî kampanyeyeke li dijî mafên mirovan bi tu awayî hêjayî gengeşiyê jî nîn e.