Pêşmerge rê li pêş azadkirina rojhilatê Mûsilê vekir

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Kwêtê Xalid Cerah Subah pesna serkeftina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Kwêtê Xalid Cerah Subah pesna serkeftina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê dide.

Piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê, Cîgirê Serokwezîrê Kwêtê Xalid Cerah Subah di daxuyaniyekê de ji K24ê re xweşhatiya xwe bo civîna ligel Serok Barzanî derbirî û bi bira û dostê nêzîk yê welatê xwe binav kir.

Subah got jî: “Me pêwendiyên birayane û dîrokî yên di navbera me de gotûbêj kir. Heger bêm vexwandin jî, ez amade me serdana Hewlêrê bikim.”

Derbarê serkeftinên Pêşmerge de jî Subah got: “Me behsa serkeftina Pêşmerge kir, ku rê li pêş azadkirina rojhilatê Mûsilê vekir.