McGurk: Şerê Mûsilê dijwar e û dem pê pêwîst e

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Civîneke baş ligel Serok Barzanî hebû û me behsa çend pirsên girîng kirin.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Civîneke baş ligel Serok Barzanî hebû û me behsa çend pirsên girîng kirin.”

McGurk amaje bi qonaxa niha ya operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û li gor wî ku şerekî gelekî dijwar e û dem pê pêwîst e.

Herwiha McGurk got: “Bê hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê ev kar birêve naçe. Me guftûgoyên bi hûrî derbarê wî şerê de kirin, da ku dilniya bin jinavbirina DAIŞê.”

Di bersiva pirsekê derbarê hevkariya Amerîka ji Kurd re di şerê li dijî terorê de, mcGurk got: “Di çendîn warên cuda de hevkariya Herêma Kurdistanê dikin. Stratîjiya me gelekî zelal e, di warê serbazî û aborî de hevkariya Herêma Kurdistanê dikin. ligel Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê ev hevkarî gotûbêj kir, divê dilniya bin ku DAIŞ jinav diçe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova beşdarîkirina di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê de ligel Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk civiya.

Serok Barzanî di Konferansa Asayişa Cîhanê de ligel hejmareke mezin ji berpirs û nûnerên welatên beşdar civiya û şerê DAIŞê, rola Pêşmerge di vî şerî de girîngiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatan de tewerên sereke yên civînan bûn.

Îro roja dawî ya Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchena Almanyayê ye, di rojên borî de Serokê Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtin û civînên girîng ligel serkirde û nûnerên welatên cîhanê kirin.   

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk / Munchen 19 Sibata 2017
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk / Munchen 19 Sibata 2017