Daxwaza girtina Yildirim li Almanya tê kirin

Parlementerekî Almanyayê daxwaza girtina Serokwezîrê Tirkiyeyê Bîanalî Yildirim kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerekî Almanyayê daxwaza girtina Serokwezîrê Tirkiyeyê Bîanalî Yildirim kir.

Li gor nûçeya “Der Spiegel” Parlementerê Almanyayê Volker Back bang li rayedarên dadî yên Almanyayê kir, ku di çarçoveya lêpirsîna sîxûrên Tirkiyê yên li Almanyayê de Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim were girtin.

Parlementerê Almanyayê, Serokwezîrê Tirkiyê tohmetbar dike ku pêwendiyên wî bi sîxûrên Tirk yên li Almanyayê hene.

Çend roj berê Kovara Derspigelê ragihandibû, li Almanyayê meleyên Tirk yên di bin banê Serokatiya Ewkafa Tirkiyê de dixebitin, karê sîxurtiyê dikin û derbarê Tevgera Gulen de zanyariyan didin hev.