Ereb daxwazin Hiwêce bi Mûsilê re rizgar bibe

Erebên Sune yên Hiwêce û Kerkûkê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, ku beşekê ji hêzên şerê Mûsilê dikin, bînin sînorê Kerkûk û Hiwêce û û bilez wan rizgar bikin û proseya rizgarkirina Hiwêce nekeve piştî operasyona Mûsilê.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Erebên Sune yên Hiwêce û Kerkûkê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, ku beşekê ji hêzên şerê Mûsilê dikin, bînin sînorê Kerkûk û Hiwêce û û bilez wan rizgar bikin û proseya rizgarkirina Hiwêce nekeve piştî operasyona Mûsilê.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî radigihîne, heta niha ti rêkeftinek di navbera hêzên ku di operasyona Mûsilê de beşdar in derbarê rizgarkirina Hiwêce de nebûye. Hikûmeta Iraqê bi niyaz e piştî rizgarkirina Mûsilê, Hiwêce rizgar bike.