Panela Zimanê Zikmakî hat lidarxistin
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê, ji aliyê Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî ve panela zimanê zikmakî bi beşdariya akademîsyenên Kurd hat lidarxistin. Di panelê de li ser pêwendiyên rojane û xebatên akademîk de rewşa zimanê Kurdî hat nirxandin û lêkolîn û mînakên ceribandî hatin pêşkêşkirin.
Li Diyarbekirê, bi pêşengiya Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî, lêkolîner û akademîsyenên zimanê Kurdî, li ser girîngî û taybetiya zimanê zikmakî, perwerdehiya pirzimanî û pişaftin û jenosîda çandî gotar pêşkêş kirin.
Akademîsyenê ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Behrûz Şujaî, balê kişand ku ziman bi 2 awayî di jiyanê de tên bikaranîn, yek jê zimanê pêwendiyên rojane yan jî civakî ye, şêwaza duyemîn jî di perwerdehiyê de û di xebat û lêkolînên akademîk de ye. Behrûz Şujaî da zanîn ku zimanê ku pê pêwendî tên daanîn, wekî zimanê civakî tên zanîn û bi pratîkên jiyanê ve girêdayî xwe didomîne.
Akademîsyen Behruz Şujaî di panelê de got: “Di zimanê akademîk de ji zimanê civakî bêhtir, pêdivî bi hizirkirin û fikirandinê heye. Di jiyana rojane yanî zimanê civakî de zêde hewcedarî bi xebata fikirandinê tune ye.”
Bahoz Baran jî diyar kir ku çand û nasnameya miletekî bi zimanê wê civakê çêdibe û ji bo nivşên nû tê veguhestin. Loma jî divê xwedîlêderketina zimanê zikmakî her tim bi jiyanê re hevheng bê parastin.
Lêkolîner Bahoz Baran jî got: “Ku mesele hat ser Kurdbûnê heta êvarê pesnê xwe bide, bibêje ez profesor im, nizanim ez li ku derê me û çend nasnavên min hene. Dema ku me li nasnameya te ya Kurdîtiyê temaşe kir ku jiyana te ye jixwe, ger ew nasname li cihê xwe be, ez dikarim nirxekî qîmetekî bidim te. Lê ew nasname li cihê xwe tune be, ji sibehî heta êvarê bibêjî Kurd im jî vala ye.”
Mihemed Gozutok jî diyar kir ku pişaftin ne ew tişte ku li Kurdistanê pêk tê û anî zimên ku dive ji bo Kurdên koçberî welatên din bûne, pişaftinê bi kar bînin lê li Kurdistanê li ser Kurdî jenosîd pêk tê. Mihemed Gozutok da zanîn ku Kurdên li welatê xwe bin, nayên pişaftin, polîtîqayên tunekirina çanda wan tên meşandin.
Akademisyen Mihemed Gozutok wiha anî ziman: “Tirk kirin, Ereb kirin û Faris kirinê em dikarin bi kar bînin û ev tişt jî jenosîd e. Niha Kurd tên jenosîdkirin, jenosîd tenê kuştin nîn e, ew şêwazeke, rêbazeke û bi dehan rê û rêbazên jenosîdê hene. ”
Di panele de, rexne li siyasetmedarên Kurd jî hat kirin ku pergaleke ji bo geşepêdan û jiyandina Kurdî danaynin û daxwaza lêkolînên civakî ji bo destnîşankirina pirsgirêkên zimanî hatin kirin.