Îran û Tirkiye hevûdu sûcdar dikin

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bersîvek tund da axaftinên Wezîrê Derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu, ku li Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê kirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bersîvek tund da axaftinên Wezîrê Derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu, yên ku di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê de kiriye.

Di axaftina xwe ya li Konferansa Asayişê Cêhanê ya Munchen de, Çavuşoglu diyar kiribû, ku “Îran, hewl dide li Sûriye û Iraqê du dewletên Şîa pêk bîne. Ev yek cîhê metirsiyê ye û ewlehiya Rojhilata Navîn têk dide.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî, bersîva Wezareta Derve ya Îranê bi gotinên dijwar da Çavuşoglu “Ew ên ku li xewnên imparatoriyên têkçûyî didin, bi hewlên neyasayî piştgirî dayî terorîstan û destwerda di nav welatan din de kirî, bere gotinên vala nekin. Ji ber wan, niha li herêmê dijberî, dijminayî, bêewleyî rûda ye”.