Kurtulmuş: Operasyona Babê ber bi dawîbûnê ve diçe

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş da xuyakirin, Operasyona Babê ber bi dawîbûnê ve diçe û hemû operasyonên ku li Sûriyê dikin, bi armanca parastina sînorên xwe ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş da xuyakirin, Operasyona Babê ber bi dawîbûnê ve diçe û hemû operasyonên ku li Sûriyê dikin, bi armanca parastina sînorên xwe ne.

Kurtulmuş, piştî civîna Encûmena Wezîran ku li Koşka Serokomariyê de civiyabû got, di hevdîtinên rayedarên Tirkiye û Amerîkayê de mijarên PYD û radestkirina Fetahula Gulen hatine nirxandin.

Kurtulmuş her wiha got, tu meleyekî wan li welatên Ewropa sîxurtiyê nakin û wan tuhmetan jî qebûh nakin.

Çend roj berê Kovara Derspigelê ragihandibû, li Almanyayê meleyên Tirk yên di bin banê Serokatiya Ewkafa Tirkiyê de dixebitin, karê sîxurtiyê dikin û derbarê Tevgera Gulen de zanyariyan didin hev. Parlementerekî Almanyayê daxwaza girtina Serokwezîrê Tirkiyeyê Bîanalî Yildirim kir.

Derbarê rewşa li Babê de jî Kurtulmuş got, Bab ji hêla Artêşa Azad ve bi temamî hatiye kontrolkirin, paqijkirina wê derê dibe ku hinek berdewam bike.

Kurtulmuş careke din pirsa hevkariyên Amerîka ji PYDê re anî ziman û got, ew dixwazin ku Amerîka piştevaniya xwe ya bo PYD bi dawî bike.

Derbarê nakokiyên navbera Tirkiye û îranê de jî Kurtulmuş got, car caran tiştên wiha dibin, ji ber hin gotinan welat nabin neyarên hev.