Roja Zimanê Dayikê tê pîrozkirin

Zimanê ku bi ji bîr û keda xweza û mirovan hatiye çêkirin, bi têkoşîn û xebatên mezin zindî dimîne.Serpêhatî û çarenûsa netewan bi çarenûsa zimanê wan ve girêdayî ye. Lewma dagîrker û sîtemkaran di destpêkê de, bi zîncîrkirina zimên xwestine netewan dîl bigrin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Zimanê ku bi ji bîr û keda xweza û mirovan hatiye çêkirin, bi têkoşîn û xebatên mezin zindî dimîne.Serpêhatî û çarenûsa netewan bi çarenûsa zimanê wan ve girêdayî ye. Lewma dagîrker û sîtemkar di destpêkê de, bi zîncîrkirina zimên xwestine netewan dîl bigrin.

Ziman, ji erdnîgariya xakê, dengê çivîk û sirûşta wî welatê çê dibe. Bi xelkê xwe re dijî û zindî dimîne. Beriya 18 salan roja têkoşîna Bangladeşiyan ya dijî serdestiya zimanê Pakistanê, ji hêla Netewên Yekbûyî wek Roja Zimanê Dayîkê hat qebûlkirin.

Zimanê kurdî, Ji ber desthilatiya dewletên mezin, di sîha zimanên serdest de maye. Dema derfetek dîtiye, derketiye û berhemên bê hempa dane.

Sitema li ser zimanê Kurdî, di 1876 de dema Osmaniyan de destpê dike ku, Tirkî wek takezimanê fermî yê dewletê tê naskirin. Damezrînerên KomaraTirkiyê, piştî serkeftinê, liser bingeha yek ala, yek ziman û yek netewê ji xwe re welatek çê kirin.

Bi qirkirina sor û spî zimanên din tune kirin. Nêzîkî 40 zimanên dayîkê yên ser xaka Anadolû tune kirin.Navên bajar û navçeyan, rûbar û geliyan guhertin. Wiha kirin ku, di nav malan de jî axaftina kurdî qedexe bû. Digotin welatiyo, Tirkî biaxive, pir biaxive. Yan mirin, yan teslîmbûn. Jixwe teslîmbûn, şêwazeke din ya mirinê bû.

Bayê 1968'ê yê cîhanê li Tirkiye û Kurdistanê jî ket û Kurdan hêdî hêdî serê xwe rakirin. lê bi derbeya 12'ê Îlonê erdû asmanê Kurdan carek din tarî bû.

Kurdan wê demê bi stran û helbestan xwestin zimanê xwe zindî bigrin. Piranî jî li dereveyî welat.

Turgut Ozal, salên 1990î de, bi têkoşîn û berdêla Kurdan hin gavên nermbûnê avêtin û qedexeya axaftina zimanê Kurdî û guhdarkirina stranan rakir.

Piştî salên 2000î, ji ber pîvanên Yekîtiya Ewropayê hin gav hatin avêtin. Piştî demekê, TRT Kurdî hat vekirin, di hin zanîngehan de beşên zimanê Kurdî hatin vekirin.

Niha jî li Tirkiyê, zimanê Kurdî ne fermî ye û di dibistanan de nayê xwendin. Zilma sedan salan bandorek mezin li gel jî kiriye û zirareke mezin daye zimên.

Kurd xweştir dibînin ku, parastina netewê û hemû reng û dengên xwe, bi dewletbûn pêkan e. Tenê serxwebûn dikare bibe çepera parastina hemû nirx û berhemên netewî û di serî de jî zimanê Kurdî.