Li Efrînê 2 endamên ENKSê hatin binçavkirin

Asayişa Rojava li Efrînê du endamekî ENKSê û endamekî PDK-Sê ji ber qedexekirina nedana bacan bo Rêveberiya Xweser binaçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava li Efrînê du endamekî ENKSê û endamekî PDK-Sê ji ber qedexekirina nedana bacan bo Rêveberiya Xweser binaçav dike.

Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand “Roja 19 Sibatê, hêzên ser bi PYDê ve li navçeya Reco endamê ENKSê Henîf Birîmo binçav kirin, ew jî ji ber sedema nedana bacê bo komîtên PYDê.”

Herwiha daxuyaniya ENKSê diyar kir jî “Heman hêzên roja 18 Sibatê li gundê Hesendêra ya navçeya Bilbilê endamê PDK-Sê Neşet Mihemed Xelîl jî binçav kirin.”

ENKSê di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir, ku ev kiryar li dijî qanûn û yasayên navdewletî yên mafên mirovan e û nîşana zordariya desthilata bi zorê hatiye spandin e.

Herwiha ENKSê daxwaza azadkirina hemû girtiyên ENKSê û partiyan kir ji nava wan jî (Ehmed Sîdo, Îdrîs Elo) ku ji sala 2013an ve di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.