ENKS: Pêşmergeyên Rojava tenê bo deverên Kurdî ne
K24 – Qamişlo
Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes Ebde di konferansa Asayişa Cîhanê li Nunchenê de got ku, Pêşmergeyên Rojava beşek in ji hêza artêşa azad, herweha ew mîna hêzeke şoreşgerî binav kirin û da zanîn ku nabe ti kes rêgiriyê li pêş wan bigire da ku derbasî Rojava bibin.
Berpirsên ENKSê ku Pêşmergeyên Rojava li xwe digrin tekez dikin ku, eger ev hêz derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bibin, tenê dê parastin û berevaniya xaka Rojava bikin.
Cîgirê Serokê PYKS Hesen Salih di vê derbarê de ji K24ê re got: “Tiştê ku Enes Ebde dibêje ew daxwazên wî ne, lê Pêşmergeyên me ne girêdayî ti kesî ne. Em amade ne ku ev hêz derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bibe, bi hevrêziyekê bi hêzên Kurdî, ku li ser xakê şer bikin û ligel hev berevaniya xaka Rojava bikin.”
Di heman mijarê de Enes Ebde dibêje ku, rêjîma Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) rêgiriyê li ber derbasbûna Pêşmerge dikin, ji metirsiya ku dê hevsengiyeke leşkerî li deverê çê bikin.
Beramberî vê yekê berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin ku, armanca Îtîlafê ew e ku leşkerên Kurd bi artêşa azad re beşdarî şerê ku li devera Helebê dibe bikin, da ku rewatiyekê bidin dagîrkiriya Tirkiyê ji devera Cerabûlsê re.
Hevserokê Desteya Parastinê di Kantona Cizîrê de Rêzan Gilo jî ji K24ê re got: “Biryara derbasbûna çi hêzeke leşkerî bo xaka Rojava girêdayî bi zagon û desteyên parastinê li hersê kantonên Rêveberiya Xweser e. Herweha ev daxuyaniyên bi vî awayî armanc jê ew e ku tevlîheviyekê di navbera Kurdan de çê bikin.”
Li gorî daxuyaniyên herdu aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê ENKS û Rêveberiya Xweser, ew ti carî rê nadin ku şerekî Kurdî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çê bibe û derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo xaka Rojavayê Kurdistanê herdu alî jî tekez dikin ku pêwist e bi hevrêzî û peymanên fermî ev pirsgirêk çareser bibe.