Yildirim, bi nîşana Gurên Boz silav da!

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, di civîna gruba parlementoyî ya AK Partiyê de, bi nîşana Gurên Boz, a ku silava nîjadperestên Tirk e û ji aliyê Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) ve tê bikaranîn, silav li hevkarên xwe kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi vî awayî Yildirim xwest diyar bike, hevkariyek xûrt di navbeyna AK Partî û MHP de heye. MHP wekî Partiya dijî gel û doz a Kurd tê naskirin.

Di pêvajoya guherîna Destûrî ya Tirkiyê de, AK Partî bi hevkariyekê ligel MHP karî dengên pêwîst di Parlementoya Tirkiye de bidest bixe, ji bo pêkanîna referendûmeke Destûrî. Niha herdu Partî, ji bo bidestxistina dengê – Erê! di nav xebateke hevpar de ne.